Ji Hemasê re pêsnûmaya agirbesta 40 rojî û pevguhertina dîl û girtiyan

28 February 2024 15:04 0 dîtin
Ji Hemasê re pêsnûmaya agirbesta 40 rojî û pevguhertina dîl û girtiyan
PeyamaKurd - Tê pêşbînîkirin ku beriya meha Remezanê li Xezzeyê di nav Îsraîl û Hemasê de, li gel pevguhertina dîl û girtiyan, agirbesteke demkî bê ragihandin.

Jêderekî payebilind ku hevdîtinên agirbestê ji nêz ve dişopîne ragihand ku ji Hemasê re pêşnûmayake ku beriya meha Remezanê ji bo 40 rojan hemû opernasyonên leşkerî bêne rawestandin û bi şertê serê her dîlekî Îsraîlî ku di destê Hemasê de ye, 10 girtiyên Hemasî ku di girtîgehên Îsraîlê de ne pevguhertin pêk bên, hatiye pêşkêşkirin.

Li gorî agahiyên vî jêderî, di çarçoveya pêşnûmaya agirbestê de, wê nexweşxane û frûnên li Xezayê bêne tamîrkirin, her roj 500 kamyonên alîkariyê derbazî Xezzeyê bibin û ji bo bicîhkirina koçberan bi hezaran çadir û karwan bêne şandin.
Jêder diyar kiri  li gor pêşnûmayê wê Hemas 40 dîlên Îsraîlî ku jin, zarokên di bin 19 salî de, kal û pîrên ji 50 salî mezintir û nexweş jî di nav de ne, azad bike û Îsraîl jî nêzîkî 400 girtiyên Filistînî berde û careke din wan negire.
Ev danûstandinên dawî ku wê li paytexta Frensa Parîsê bê encamdan, wek hewla herî cidî ya agirbestê tê dîtin.