Swêd û Îranê pevguhertina dîlan kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îran û Swêdê pevguhertina dîlan pêk aniye.
Hikûmeta Swêdê ragihand ku dîplomatê ciwan ê welat Johan Floderus, di çarçoveya pevguhertina dîlan a bi rêveberiya Tehranê re, serbest hatiye berdan.
AFPê da zanîn ku hikûmeta Swêdê, vê agahiyê li gel vîdeoyeke ji kêliyên serbestberdana Floderus parve kir.
Di vîdeoyê de dîplomatê Swêdî Johan Floderus, ji ber serbestiya xwe dibêje “Ez 800 roj in li benda vê rojê bûm. Min bi sedan car vê rojê xeyal dikir. Ez weke di bihuştê de bim û pir kêfxweş im.”
Di vîdeoyê de Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî bi Johan Floderus re tê dîtin.
Di dawiya vîdeoyê de dîmenên Floderus ên kêliya li Frokexaneya Arlanda ya Stokholmê ji frokeyê dadikeve û neferên malbata xwe hembêz dike hene.
Di geşta Îranê de hatibû girtin
Dîplomatê Swêdî Johan Floderus, di Avrêla 2022yan de, di geşta xwe ya Îranê de, dema ku vedigeriya, ji aliyê polêsên Îranê ve hatibû desteserkirin. Floderus, bi sîxuriyê hatibû tawanbarkirin û di derbarê wî de cezayê sêdarê dihate xwestin.
Ji hewla komkujiyê hatibûn girtin
Floderos, bi bergîdana Hamid Nûriyê rêveberê payebilind ê girtîgeheke Îranê ku li Swêdê hatibû girtin û ji ber beşdarî hewlên komkujiya rikberên rejîma Îranê bûye hatibû darizandin û bi tawanê girtina heta temen hatibû cezakirin û Seîd Ezîziyê ku bi heman tawanan hatibû cezakirin, serbest hate berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin