"Têkiliyên me bi WHO re di asta herî bas de ne"
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wekî hevparê girîng ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi Wezareta Tenduristiyê re hevkariyê dike.
Wezîr Berzincî, roja Yekşemê 26.01.2025 daxuyanî di konfêranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Dîrektorê Giştî yê WHO yê Iraqê Dr. George Alfred da.
Li ser pêwendiyên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê li gel WHO, Dr. Saman Berzincî got, "Em kêfxweş in ku têkiliya herî baş bi WHO re heye. Weke Wezareta Tenduristiyê em 2 caran beşdarî Civîna Wezîrên Tenduristiyê ya Navneteweyî ya li Cenevreyê bûn. Vê yekê hişt ku em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê rêxistinê sûd werbigirin."
Wezîr Berzincî destnîşan kir ku WHO bi taybetî ji heyama Kovîd-19ê bi gelek projeyên curbecur zêdetirî 15 milyon dolar alîkarî daye Wezareta Tenduristiyê.
Rêveberê Giştî yê WHO li Iraqê Dr. George Alfred herwiha got, "Em spasiya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê dikin. Şanaziya min bû ku serdana Kurdistanê û Wezareta Tenduristiyê bikim. Di van salên dawî de me gotûbêjên gelek berhemdar kirin û serkeftinên me bi dest xistin. Di destpêka belavbûna COVID-19 de, me wek rêxistin piştrast kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî vê pandemiyê rûbirû ye û got: “Me piştgirî da hikûmetê da ku pergalên tenduristiyê yên baştir ji welatiyan re peyda bike.”
Dr. George Alfred herwiha diyar kir ku wan bi hevbeşî gelek projeyên girîng pêk anîne ku bi rêya Wezareta Tendirustiyê dê xizmetguzariyê pêşkêşî nexweşên Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin