Talebanî: Erebkirina Kerkûkê berdewam dike, çareserî tenê bicihkirina madeya 140 e
PeyamaKurd - Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an hatiye hilweşandin Rêbwar Talebanî got, heman siyaseta dema Beas a proseya erebkirina Kerkûkê piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017an heta niha jî berdewam e.
Rêbwar Talebanî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Hemahengî û pêkanîna odeya hevbeş a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li Kerkûk û navçeyên Kurdistanê bi awayekî giştî bo lihevtêgihîştinê pêngaveke başe. Êdî dimîne ser wan aliyên ku rêkeftin bi wan re tê kirin ku girînge sozên xwe bicih bînin. Lê hikûmeta Iraqê dema lawaz dibe ji aliyê leşkerî û siyasî ve berê xwe dide herêma Kurdistanê û dubare niyeta baş nîşan didin bo nêzîkbûn û çareserkirina pirsgirêk û krîzan.”
Talebanî got: “Hemahengî û rêkeftin bixwe babeteke başe di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê de, lê eger aliyê Iraqî rêkeftinan bicih bîne. Ji ber niha rewşa sînorê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê yên din aloze û çekdarên DAIŞê çalakî û kiryarên wan zêde bûne û hêzên çekdarên milîs jî gelek ji wan têne kuştin û birîndar dibin. Ji ber wê hikûmeta Iraqê li ser vê pirsê dubare berê xwe dide herêma Kurdistanê.”
Rêbwar Talebanî da zanîn: “Sê sal zêdetire hewldan ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê berdewam e, lê heta niha tenê dem birêve diçe û baweriya min bi hikûmeta Iraqê tine ku rewşa niha ya Kerkûkê asayî bike. Pêwîstî bi ti tiştekî nake eger tenê madeya 140 bicih bike, wê demê dawî bi pirsgirêkan tê, lê nakin. Ji ber di destûrê de ew navçe wek cihê bi nakok e û divê di rewşa herî xirab de jî Pêşmerge û artêş hebûna wan li navçeyê hebe.”
Talebanî destnîşan kir: “Proseya erebkirina Kerkûkê heman siyaseta dema Beas e û piştî 16ê Cotmehê jî berdewam dike û qet nerawestaye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin