Tanrikulu: Nûnertiya gelê Kurd bi qayûman tê asteng kirin

22 November 2023 16:03 0 dîtin
Tanrikulu: Nûnertiya gelê Kurd bi qayûman tê asteng kirin

PeyamaKurd - Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel  (CHP) ê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu got, “Desthilata AK Partiyê bi rêya qeyûman dest datîne ser nûnertiya gelê Kurd.”

Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêşniyara HEDEPê ya derbarê qeyûman de axivî.

Tanrikulu di axaftina xwe de ji ber danîna qeyûman rexneyên tund li AK Partiyê girtin û got, qeyûm gendelî û talanê dikin.

Parlamenterê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Qeyûm kiryareke Partiya Dad û Geşepêdanê ye ku ji pêşerojê wergirtiye û navê wê guhertiye.

Ev kiryar bi awayekî rasterast rêgirtin e li nûnertiya kesên ku xwe di nav vê komarê de wekî Kurd pênase dikin.

Eger hûn piştî hilbijartinê vê rêya nûnertiyê asteng bikin, hûn dê wiha bikin ku mirov rêyên din ji xwe re rewa bibînin.

Em çima niha van tiştan diaxivin, ji ber li pêşiya me hilbijartinên xwecihî hene.

Hûn 7 sal in şaredarên ku ji aliyê Kurdan ve tên hilbijartin, ez wekî parêzerekî dibêjim  ku tenê ji bo hatine hilbijartin hûn wan ji kar dûr dixin û parêzgar û qeymeqaman li şûna wan datînin.

Tanrikûlû rexne li helwesta ku di ciyê kesên hatine hilbijartin de, kesên peywirdakirî tên destnîşankirin jî kir û got

Kî ye parêzgar? Li wê derê parêzgarê dewletê ye. Çawa hatiye? Ji bo 2 salan hatiye.

Li Diyarbekirê 2 milyon kes dijîn, li Wanê mîlyonek û nîv kes dijî, li Mêrdînê milyonek kes dijî.

Lê binêrin parêzgarek ango desthilatdarek li Diyarbekirê cihê ku em bi axê têne spartin bi xwe diyar dike.

Meclîsa bajêr nîne, meclîsa xwecihî nîne. Ji kê pirsî ye, ji kê zanyarî wergirtine?

Ji kîjan otorîteya xwecihî zanyarî wergirtine? Hemû qeyûm in.

Ez ji bo Diyarbekirê dibêjîm, li hemû herêmê wiha ye û talanê dikin.

Talan dikin, ji ber ku em dê careke din wî li kolanê nebînin, xelkê Amedê careke din wî li kolanê nabîne. Piştî 2 salan dê biçe.

Gunehê vê yekê di stûyê AK Partiyê û siyasetmedarên ku di asta netewî û xwecihî de jê sûdê werdigrin de ye.

Hûn ji aliyê siyasî ve xeletiyên dîrokî dikin û dê ev xeletî li ser we bên tomarkirin.”