Tarik Ziya Ekinci 614 donim erdê xwe bexsî saziyeke Kurdan kir
PeyamaKurd – Siyasetmedarê kurd ê naskirî û Dr. Kurd Tarik Ziya Ekinci 614 donim erden xwe bexşî Weqfa Îsmîl Beçikcî kir. Bayram Ayaz, li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand ku Tarik Ziya Ekinci 614 donim erden xwe bexşî Weqfa Îsmîl Beçikcî kiriye.
Li gorî ragihandina Bayram Ayaz, Taik Ziya Ekinci gotiye, “600 kusur donim erdê min heye ku ji bavê min ji min re maye. Her çiqasî ev erazî ji bavê min jî mabe, malê gelê kurd e. Ez jî dixwazîm vê eraziyê bexşî saziyeke Kurdî a çandî bikim ku ji bo Kurdan karên baş dike.”
Parêzer Rûşen Aslan jî piştrast kir ku meha borî Tarik Ziya Ekincî ev erazî bexşî Weqfa Beşikci kiriye. Aslan ji bo vê heşwestê spasiya Tarik Ziya Ekinci kir,
“Ji bo vê helwesta watedar ez spasiya Kek Tarik (Ziya Ekinci) dikim. Ligel aliyên vê bexşê yên maddî aliyê wê yê manewî gelekî girîng e û gelekî watedar e ku cenabê wî gotiye ev erd yên gelê Kurd in û dixwazim bexşî saziyê çandeyî ya Kurdan bikim. Hêvîdar im ku rêveberiyê weqfê navê kek Tarikdi weqfê de bide jiyandin.”
Weqfa Îsmaîl Beşikci saziyeke Kurdan e û li Stenbolê, Amedê û Hewlêrê şûbeyên wê hene. Weqif derbarê dîrok, çand, huner û rewşenbîriya Kurda lêkolînan dike. Di bin banê weqfê de bi navê Weşanê Weqfa Beşikci weşanxaneyek û ji bo lêkolîneran pirtûkxaneyek heye. Kovareke bi navê Kurt Tarihi (Dîroka Kurda) derdixe. Herwiha Weqfa Beşikcî derbarê Kurd û Kurdistanê de li her sê şûbeyan panel, çalekî û konferansan li dar dixe. Navenda wê li Beyogluya Stenbolê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin