Tehran: Tirkiye cihê helîkoptera Reîsî tespît nekir
PeyamaKurd - Rêveberiya Tehranê diyar kir ku kavilê helîkoptêra ketî ya ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û yên din tê de mirin, ne ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve bi rêya sinyalên kesên di helîkopterê de tespît kirine.
Wezîrê Pêwendî, Teknolojî û Zanyariyan ê Îranê Îsa Zarihpûr got, “Me agahiyên li ser cihê helîkoptera Reîsî dan Tirkiyeyê.”
Îsa Zarihpûr destnîşan kir ku wan bi rêya sinyalên kesên di helîkopterê de cihê helîkopterê tesbît kirine, paşê jî ew agahî dane tîmên navxwe û drona Tirkiyeyê.
Wezîrê Îranê Îsa Zarihpûr li ser mijarê wiha axivî: "Me agahiyên berfireh bi dest xistin. Yek-du telefon heta 7-8ê êvarê vekirîbûn. Me ji sinyalên wan agahî wergirtin û dawiyê em deqîqtir bûn û me heremeke berfirek wekî qada çarem destnîşan kir. Me ew agahî dan tîmên rizgarkirinê û herwiha me dan tîmên wê drona ku piştî hevahengiyê û bi destûra Tirkiyeyê hatibû. Me heman ev zanyarî dan wê jî. Di rastiyê de piraniya cihên ku wê dronê lêgerîn li wan kir heman cih bûn ku me zanyarî dabûnê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin