Tekne noqav bû û 100 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Afrîka li Beninê ew kesên ku diçûn ayînê li tekneyê siwar bûn û bi sedema gelek kes lê siwar bûn, barê tekneyê giran bû. Tekne noqav bû û di avê de 100 kes jiyana xwe ji dest dan. Bûyer di nav sînorê ava welatê Benînê de çêbû.
Li Nîjeryayê gelek kes xwestin ji bajarê Lagosê herin dêrên li qerexê gola Nokoue yên bajarê So-Ava yê dêrên bi navên Cherubim û Seraphimê. Lê bar giranî bû sedema noqava tekneyê ku li welatê Benînê çêbû. Heya niha cesedên 100 kesî ji avê derxistine û nayê zanîn bê di tekneyê de çend kes hebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin