Tekne noqav bû û 13 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Mozambîk a Afrîkayê li bajarê Cabo Delgado yê, tekne ya ku rêwiyan dibir noqav bû û di encamê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê polîs Augusto Gusta bo çapemeniyê ragihandiye ku bi sedema bayê zêde û barhilgirtina zêde tekne noqav bûye, heya niha 13 kes mirine, 35 kes hatine rizgarkirin. Niha jî lêgerîna rêwiyên wenda dewam dike ji ber ku di tekne de 50 kes hebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin