Tenduristiya Kerkûkê: Hejmara nexwesên koronayê li Kerkûkê gihîstiye 262 kesan

13 June 2020 15:35 0 dîtin
Tenduristiya Kerkûkê: Hejmara nexwesên koronayê li Kerkûkê gihîstiye 262 kesan

PeyamaKurd - Berdevkê fermangeha Tenduristiya Kerkûkê radigihîne heta naha hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîştiye 262 kesan û nav wan de 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ragihand: “Li Kerkûkê heta niha 262 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 138 kes li nexwaşxaneyê ne û 115 kes jî baş bûne û çûnê malên xwe. Herwaha 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.”

Saman Yabe got, “Duh 12.06.2020ê 33 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 20 kes jî baş bûne, kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.”

Li gor zanyariyên berdest li bajarê Kerkûkê di 3 rojan de 66 kes bi koronayê ketine.