Bi wefata du nexwesên din re hejmara miriyên koronayê bû 18 kes

05 June 2020 15:45 0 dîtin
Bi wefata du nexwesên din re hejmara miriyên koronayê bû 18 kes

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro Înê du pêketiyên vîrusa korona li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ew du kes du zilamên 64 salî û 56 salî ne û rûniştvanên bajarê Silêmaniyê ne. Herwiha piştî li nexwaşxaneyê hatin razandin di bin çavdêriya hûr de bûn.”

Wezareta Tenduristiyê serxweşî da malbat û dostên kesên wefat kirine û ji hemwelatiyan daxwaz kir, pabendî rênimayên tenduristiyê bin.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê li parêzgeha Silêmaniyê 77 kesên din bi koronayê ketine.

Tevî hejmarên dawî heta niha 1.015 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, 444 kes baş bûne û 18 kesan jî can daye.