61 kesên din ji koronayê mirin, hejmara nexwesên giran zêdetir bû
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 61 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 519 kesên din jî pê ketine.
Li gorî tabloya îro 20ê Îlonê ya Tirkiyê 61 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 519 kes jî bi koronayê ketine.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê daye xuyakirin, îro 95 hezar û 321 test hatine kirin û hezar û 456 nexweşên giran hene.
Tevî van amaran li gorî ragihandina fermî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 hezar û 506 kes ji koronayê mirine û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 302 hezar û 867 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin