Tenê rêyek heye ku Amerîka bi pas de gavê bavêje!

13 August 2018 11:10 0 dîtin
Tenê rêyek heye ku Amerîka bi pas de gavê bavêje!

PeyamaKurd- Nivîskara rojnameya Sozcuyê Zeynep Gûrcanli got ku ji bo navbera Tirkiyê û Amerîkayê baş bibe, tenê rêyek heye: Îran.

Nivîskara rojnameya Sozcuyê Zeynep Gûrcanli li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê û mijara Keşe Brunson nivîsek nivîsand. Gûrcanli got pirsgirêka di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, ne mijara S-400an an jî Keşe Burnson e. Ku Tirkiye niha Brunson serbest berde û moşekên S-400an jî ji Rûsyayê nekire jî, dîsa pirsgirêk bi dawî nabe. Heke Tirkiye bixwaze ku pirsgirêk ji holê rabe, divê di dorpêçkirina li dijî Îranê de, li cem Amerîkayê bisekine.

Gûrcanli wiha dewam kir: “Tişta ku em ê di dawiyê de bibêjin, em ê di destpêkê de bêjin. Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn bi cih bibe. Di navbera Bush, Obama an jî Trump de tu ferqa siyasetê nîn e. Tenê rêbaza wan diguhere.”