Tetbîqata Çînê û Îmaratan li Turkistana Rojhilat wê bikin
PeyamaKurd – Tora leşkerî ya Çînê China Military Online ragihand ku wê tetbîqata Çînê û Îmaratan di asta navbera hêzên hewayî de, ya bi navê ‘Tetbîqata Hevpar ya Perwerdê ya Falcon Shield-2023’, li gor plana salane û peymana navbera her dû dewletan, di meha bê de wê li ‘Herêma Otonom ya Ûygûr’ ê çêbibe.
Çekên Amerîkayê yên di nav envantera Îmaratan de wê bibe sedema nerazîbûna Amerîkayê an na, tê meraq kirin. Nehat gotin bê wê Îmarat çendîn bi firehî tevlî tetbîqatê bibe, wexta wê û çarçova wê nehat ragihandin.
Di nav çekên Îmaratan de ku li Çînê tên hilberîn, balafirên bê ajotvan yên bi navên Wing Loong 1 û Wing Loong 2 di nav çekên Îmaratan de hene. Îmarat ji Çînê çend balafirên L-15 yên perwerdê ji bo bikirin peymanan îmze kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin