The Guardian: Balafirên Rûsî li leskerên Tirk dan
PeyamaKurd – Rojnameya Îngiliz The Guardianê li ser êrîşa kuştina 33 leşkerên Tirkiyê ya Idlibê îdiayek avêt holê ku dibêje, ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve hatine lêdan.
Rûsyayê bi fermî ragihandibû ku li cihê operasyona rejîma Sûriyê wan ti êrîşek encam nedaye, lê divîyabû hêzên Tirk jî ne li wê herêmê bûna. Herwiha rêveberiya Tirkiyê ji bêyî bilêvkirina navê Rûsyayê ji êrîşê rejîma Sûriyê berpirsiyar dibîne.
Rojnameya The Guardian di nûçeya berfireh a derbarê Idlibê û êrîşê de bal kişand ser hejmarek çavkaniyan û îdia kir, êrîşa ku 33 leşkerên Tirk hatine kuştin ji aliyê balafirên hêzên asmanî yên Rûsyayê ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin