THY bo 9 dewletan seferên xwe da rawestandin
Şîrketa Rêyên Hewayî ya Tirkiyê ya bi navê Turkish Airlines (THY) bi sedema zêdebûna vîrusa koronayê bo 9 dewletan heya roja 17 ê nîsanê, hemû seferên xwe da rawestandin. Kesên ku bilêtên xwe kirîne dikarin perê xwe bi temamî ji şîrketê bistînin û yên ku bixwazin dikarin sefera xwe bihêlin piştî 17 ê nîsanê.
Li gor ragihandina şêwirmendiya çapemeniyê ya THY yê, welatên ku bo wan sefer hatine rawestandin; Almanya, Fransa, Îspanya, Norweç, Danîmarka, Belçîka, Îsveç, Awûstûrya û Hollanda ne.
THY got ku tenduristiya rêwiyên wan berya her tiştî tê û di asta navdewletî de bi temamê dewlet û rêxistina re di nava têkiliyan de ne. Kesên ku bixwazin li ser malpera elektronîk xwe bigihînin şîrketê, wê karibin di ser vê lînkê de xwe bigihînin malperê û bijarteya xwe bicîh bînin: www.turkishairlines.com

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin