Trump, ji bilî 2 dewletan alîkariya temamê dewletan da rawestandin
PeyamaKurd – Serokê nû yê DYAyê Donald Trump piştî serokatiya DYAyê dewr sitend, temamê alîkariyên derve da rawestandin. Tenê desteka wî ya ji bo Îsraîlê û Misrê dê dewam bike.
Dewleta Misrê di sala 1979an de, bi DYA re peymana aştiyê girêdabû û di wê çarçovê de wê alîkariya Misrê dewam bike.
Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio bi nivîskî ji bo dezgeyên pêwendîdar re fermanê şand ku wê bernamên alîkariyê yên derve rawestînin.
Hat gotin ku biryara Trump ya alîkariyê li dijî siyaseta rêvebiriya berêye ku bi gelek dewletan re peymanê girêdane.
Di nav birîna alîkariyan de destekên leşkerî yên Ûkraynayê û yên ji bo welatên hêj nûh pêşde diçin yên fonên têkoşîna bi HIVê re jî hene.
Biryara Trump bû sedema berteka rêxistinên alîkariyê yên mirovî û Partiya Demokrat. Di dinyayê de bi milyonan mirov bi desteka mirovî ya DYAyê jiyana xwe dewam dikin û birîna alîkariyê dikare bibe sedema mirina bi milyonan mirovî. DYA di sala 2023an de bi 64 milyar dolarî alîkariyê dabû derveyê welatê xwe.
Trump, piştî bû serokê DYAyê, biryarnameyekî belav kiribû ku wê temamê destekên derve bibire û destekên ku tên kirin, bê bi siyaseta derve ya DYA re li hev dike an nake, wê di nav 90 rojan de, li ser wan lêkolînê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin