Trump: Li Sûriyê em alîkariya Kurdan dikin
PeyamaKurd - Di preskonferansa xwe ya dawî de, Serokê Amerîka Donald Trump li ser siyaseta li derveyî Amerîkayê axifî û got, em alîkariya Kurdan li Sûriyê dikin.
Li gor Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, wan piraniya leşkerên xwe ji Sûriyê vekişandine, lê ew li wir petrolê diparêzin û alîkariya Kurdan dikin.
Herwiha Trump destnîşan kir: ‘‘Em bi awayekî berfireh ji Sûrîyê derketin. Lê me berevaniya petrolê kir. Leşkerên me yên berevaniya petrolê dikin hene. Hejmara wan ne pir e. Em alîkariya Kurdan dikin. Ji ber ku petrol li cem me ye em jiyana wan baştir dikin.’’
Serokê Amerîka bi berdewamî bal kişand ser normalkirina peywendiyên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî. Li ber e ku her du dewlet di 15’ê Îlonê de li Qesira Sipî peymanekê îmza bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin