Trump: Em ê li Sûriyeyê bimînin û alîkariya Kurdan bikin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ew ê petrolê biparêzin û alîkariya Kurdan bikin.
Donald Trump di axaftinekê de li Baregeha Leşkerî ya Begramê li Efxanistanê derbarê şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞê jî axivî û got, Amerîka bi temamî DAIŞ têk bir û serkirdeyê wê Ebûbekir Bexdadî jî kuşt.
‘hêzên me li çend herêmên Sûriyê vekişiyan, lê belê niha hebûna wan li hin navçeyan heye’
Bi gotina Trump piştî ku wan serokê DAIŞê li Sûriyê kuşt, niha bala wan li ser çend mijarên din e. Serokê Amerîkayê diyar kir, rast e hêzên wan li çend navçeyên Sûriyê vekişiyan, lê belê niha hebûna wan li hin navçeyan heye.
‘Hêzên me parastina petrolê dikin ku ji bo Kurdan çavkaniyeke dahatê ye’
Trump herwiha destnîşan kir, hêzên wan parastina petrolê dikin ku ji bo Kurdan çavkaniyê dahatê ye û tekez kir, bi rêya parastina petrolê ew dê alîkariya Kurdan li Sûriyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin