Tirkiye | 331 koçber û 2 welatiyên Tirkiyeyê ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin

17 October 2023 10:16 0 dîtin
Tirkiye | 331 koçber û 2 welatiyên Tirkiyeyê ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Îzmîrê, di nav Deryaya Egeyê de, 331 koçber û 2 welatiyên Tirkiyeyê ku dixwestin biçin Ewropayê, herwiha bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan jî 20 kes hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê diyar kir, do li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê di nav keştiyeke masîgiran de ku ber bi Îtalyayê ve diçû 260 koçber û 2 welatiyên Tirkiyeyê hatine desteserkirin.

Hat eşkerekirin, di encama lêkolînên hêzên emnî de, 20 kes jî bi hinceta “qeçaxçîtiya mirovan” hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku li sînorên navçeyên Çeşme û Karaburunê, li nav Deryaya Egeyê di nav du belemên cuda de 71 koçberên ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

331 koçberên desteserkirî piştî karên fermî, radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kirin.

Li aliyê din parêzgariyê Muglayê diyar kir,  di encama oparasyonên polîs Hêzên Ewlehiya Peravan, Fermandariya Cendirmeyan yên wî bajarî de, ji 1ê Çiriya Pêşîn heta 15ê mehê 2 hezar û 192 koçberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin hatine desteserkirin.

Hat eşkerekirin, 24 kesên ku karê qaçaxçîtiya derbaskirina koçberan jî kirine hatine girtin.