Tirkiyê êrîsî baregehên hêzên Sûriyê yên li Grê Spî kir
PeyamaKurd - Ji aliye Artêşa Tirkiyê ve, baregehên hêzên Sûriyê li rojavayê Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê hat topbarankirin û di encamê de 7 serbaz birîndar bûn, hin serbaz jî hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê do piştî nîvro gundên Kubirlik, Bîrkit û Xirbet Saronc yên rojavayê bajarê Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê mûşekbaran kirin û di encamê de 7 serbazên Artêşa Sûriyê birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî ragihand, ji bilî wan 7 birîndaran, hin serbazên Sûriyê jî hatine kuştin.
Piştî rêkeftina Soçî a di navbera Tirkiye û Rûsiyayê de, hêzên rêjîma Sûriyê li gelek navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re belav bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin