Tirkiyê karwaneke din a leskerî sand Idlibê

26 April 2020 17:13 0 dîtin
Tirkiyê karwaneke din a leskerî sand Idlibê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî karwaneke din a leşkerî ya Tirkiyê bi rêya deriyê sînorî yê Kefir Lûsîn derbasî herêma Idlibê bû.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) piştî agirbesta 5ê Adarê ya Idlibê, Tirkiye di şandina hêzên xwe bo Idlibê de berdewam e û çend xalên nû yên leşkerî ava kirine.

Tê diyarkirin ku hejmara otomobîlên leşkerî yên şeva borî derbasî Sûriyê bûne ji dema ku şer rawestiya ye heta niha gihîştiye 2 hezar  û 830 wesayîtên leşkerî û digel wan bi hezaran leşker jî derbas bûne.

Tirkiyê ji 2yê Sibatê ve 6 hezar û 235 tank û wesayîtên leşkerî derbasî Sûriyê kirine ku hejmara leşkerên wan jî gihîştiye 10 hezar û 300 leşkeran.