Tirkiye: Me 17 pêgehên PKKê li navçeyên Garê, Metîna û Qendîlê bombebaran kirin

25 November 2023 17:53 0 dîtin
Tirkiye: Me 17 pêgehên PKKê li navçeyên Garê, Metîna û Qendîlê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê diyar kir, wan 17 pêgehên PKKê li navçeyên Garê, Metîna û Qendîlê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di operasyonên asmanî yên ku li navçeyên Garê, Metîna û Qendîlê li dijî çeperên terorîstan hatin kirin de, 17 pêgehên PKKê hatin bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, Tirkiye “ji bo jinavbirina êrîş û gefên terorîstan” û parastina sînorên xwe, operasyona asmanî pêk aniye.