Tirkiye û Îran pistî 44 salan wê bên pêsberî hev
PeyamaKurd - Tîmên Tirkiye û Îranê piştî 44 salan wê sibê li Stenbolê bên pêşberî hev
Herdu tîm herî dawîn di 20ê çileya paşîn a 1974an de li Karaçiya bajarê Pakistanê ji bo Kupaya Hevkariya Herêmî ya ji bo Pêşketinê (RCD) hatibûn pêşberî hev. Bi gola Sînan Alayoglu Tirkiye bi ser ketibû.
- Pêşbirka 7emîn
Tirkiye di dîroka xwe de wê bi Îranê re cara 7emîn bikeve pêşbaziyê.
Di 6 pêşbirkên berê de Tirkiye 4 caran bi ser ketibû, 2 caran jî herdu tîm beranberî hev mabûn. Îranê tu caran Tirkiye têk nebiriye.
- Pêşbirka ewil di sala 1950an de çêbûbû
Tirkiye û Îran cara ewil di 28ê gulana 1950an de li Stada Înonuyê ya li Stenbolê ketibûn pêşbaziyê.
Di vê pêşbirka ewil de Tirkiye bi ser ketibû. Reha Eken 3, Lefter Kuçukandonyadîs 2 û Halît Derîngor jî golek avêtibûn.
- Pêşbirk
Pêşbirkên di navbera Tirkiye û Îranê de û encamên wan wiha ne:
Dîrok Cih Pêşbirk Encam
20.01.1974 Karaçî Kupaya RCDyê 1-0
17.09.1969 Enqere Kupaya RCDyê 4-0
26.11.1967 Dakka Kupaya RCDyê 1-0
16.03.1966 Tehran Kupaya RCDyê 0-0
25.07.1965 Tehran Kupaya RCDyê 0-0
28.05.1950 Stenbol Kupaya RCDyê 6-1
Têbinî: Di encamên pêşbirkan de tîma ewil Tirkiye ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin