Tirkiyê û Îranê bihevre dest bi êrîsên ser Basûrê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Topxaneyên Îranê û balafirên şer ên bêpîlot ên Tirkiyê, îro 16ê Hezîranê bi hinceta hebûna hêzên partiyên Kurdî êrîş birin ser herêma Çoman û devera Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê.
Li gorî zanyariyên xwecihî topxaneya Îranê îro 16ê Hezîranê danê sibê, gundê Alanê yê li ser sînorê Hacî Omaranê û zozanên deverê topbaran kir. Li aliyê din balafirên şer ên bêpîlot ên artêşa Tirkiyê jî heman hêrêman bombebaran dike.
Hat zanîn topbarana Îranê li ser Girê Marîn û herêma gundê Alanê pêk hatiye ku balafirên bêpîlot ên Tirkiyê jî heman dever bombebaran kirine.
Mixtarê Gundê Alanê Ebdullah Hûsên jî ji Rûdawê re gotiye, balafirên bêpîlot ên artêşa Tirkiyê Girê Beraskanê armanc girtine û ti ziyanên canî nebûne, lê agir bi rûberekî mezin ê zeviyan ketiye.
Ebdullah Hûsên dayê zanîn ku êrîşên Tirkiyê îro li saet derdora 09.00 destpê kirine û piştre jî 11 topxaneyên Îranê navçeyên Kanî Reş, Kendeşîn, Marîn û Bêşe, Kendeşîn tobaran kirine ku dikevin ser sînorê gundê Alaneyê.
Rêveberê Bajarokê Hacî Omeran Ferzeng Ehemed jî daye xuyakirin ku Tirkiye û Îranê bi hevre dest bi operasyonê kirine li dijî partiyên Kurdî û got, ji doh ve êrîş li ser navçeyên sînorî hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye, balafirên şer ên Tirkiyê du roj berê êrîşeke berfireh biribûn ser herêmên Mexmûr, Şingal, Xakurkê û çend deverên din bi hinceta hebûna hêzên PKKê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin