Hemwelatiyên Tirkiyê li Îranê dest bi dengdana dengan kirin

05 May 2023 22:10 0 dîtin
Hemwelatiyên Tirkiyê li Îranê dest bi dengdana dengan kirin

PeyamaKurd – Li Îranê hemwelatiyên Tirkiyê yên ku li Îranê, dest bi dana dengan yên ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyê û parlementoyê kirin. Li balyozxaneyên Tirkiyê yên li bajarên Tehran, Meşhed û Rebrîzê dengdana dengan di 09.00 ê siba Îranê de destpêkirin û wê karibin heya 21.00 ê şevê dengên xwe bidin. Dengdêr wê karibin di 5-6-7 ê gulanê de dengên xwe bidin. Balyozê Tirkiyê yê Tehranê Hicabi Kırlangıç piştî raya xwe da got:

“Li Îranê li sê bajaran li Tehran, Meşhed û Tebrîzê me sindoqan daniye. Hemwelatiyên me dikarin herin dengên xwe bidin. Li gor qaîdeyên YSK yê; bi jimara nasnameya xwe an nasnameyên din yên ku bi fermî hatine dayîn, dikarin herin dengên xwe bidin. Eger jimara nasnama wan tinebe, dikarin seredana konsulxaneyên me bikin û belgeyên xwe bistînin. Em di rojên tatîlan de jî dixebitin. Her cûre hêsanî tê nişandan. Hêvîdarim ku encama wê baş be û hemwelatî li derveyê welat bi rihetî dengên xwe bidin.

Ez hemwelatiyên me yên li Tehranê dawet dikim ku dengên xwe bidin. Ez we hemûyan dawetî ahenga demokrasiyê dikim.