Tirkiye û Îsraîlê, pistî 10 salan li hev kir

17 August 2022 16:58 0 dîtin
Tirkiye û Îsraîlê, pistî 10 salan li hev kir

PeyamaKurd- Rayedarên Îsraîl û Tirkiyeyê, piştî aloziyên dîplomasiyê ku 10 sal in berdewam in, biryar da ku têkiliyan asayî bikin. Ji aliyê rayedarên herdu welatan ve hat ragihandin ku dê konsul li karê xwe vegerin û di gelek waran de dê pêwendî werin xurtkirin.

Îro, ji aliyê medyaya Îsraîlê ve hat ragihandin ku di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hin biryarên asayîkirina pêwendiyan hatine dayîn. Piştre, ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ve li ser hesabê medyaya civakî peyamek hat parvekirin û wiha hat gotin:

“Vegerandina peywendiyên dîplomatîk, di berdewamiya pêşketina peywendiyên herdu welatan de meyleke erênî ye. Ev yek dê tevkariyê li aborî, bazirganî û bihêzkirina aramiya herêmê bike.”

Piştî Lapid, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu jî ragihand û got,

“Piştî ku hikûmeta nû hat ser kar, bi Îsraîlê re pêwendiya me dest pê kiribû. Di nav van pêwendiyên asayîkirina têkiliyan de tayînkirina konsulan jî hebû. Me di wî warî de xebat dabûn destpêkirin, ji Îsraîlê jî gaveke erênî hat havêtin. Me wekî Tirkiye, biryar da ku em konsulê xwe li Îsraîlê erkdar bikin. Bila li ser xêrê be. Ji niha û pê ve pêvajoya diyarkirina kesên ku bên tayînkirin dest pê dike.”

Li gorî ragihandina medyaya Îsraîlê, ev biryar piştî axaftina bi rêya telefonê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid hatiye ragihandin.