Tirkiye û Kazakistan 15 peyman îmze kirin: Hedefa bazirganî 10 mîlyar dolar
PeyamaKurd – Serokkomarê dewleta Kazakistanê Qasim Comerd Tokayev bi seredanekî fermî bi heyeta pê re seredana Tirkiyê kir û bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtin kir. Ji roja ku Torkayev bûye serokkomarê Kazakistanê, ev cara yekeme ku seredana Tirkiyê dike. Heyetên her dû dewletan di nav xwe de civînan kirin û berê jî li ser bingeha peymanan lihev kiribûn û peymanan amade kiribûn da îro ji aliyê serpokkomarên her dû dewletan de bên îmzekirin. Her dû serokkomar piştî 15 peymanan îmze kirin derketin ber çapemeniyê û bi hevre agahî dan raya giştî. Erdoğan di axaftina xwe de weha got:
“ Îsal hecma bazirganiya navbera me ji 5.3 mîlyar dolarî derbas kir. Em gihan hedefa xwe û ew li pey me ma. Niha hedefa me hecma bi 10 mîlyar dolariye. Em ê di meha cotmehê de li Kazakistanê civînekî dinê bikin.”
Mijarên peymanên bazirganî û yên din ku li ser wan peyman hatine îmzezkirin, barhilgirtina navdewletî ya kombîne, peymana xizmetê ya bazirganiyê, avakirina xetta gumrukê, hevkariya di seha daristanna de, parstina nebat û karantina nebatan, teknolojiya dîjîtal, hevkariya îstîxbarata leşkerî, arşîva leşkerî, dîroka leşkerî, muzekariya leşkerî, perwerde, sinematografi û di seha ciwaniyê de peyman hatin girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin