Tirkiye û Rûsya dixwazin ji bin bandora dolarî derbikevin

13 August 2018 21:28 0 dîtin
Tirkiye û Rûsya dixwazin ji bin bandora dolarî derbikevin

PeyamaKurd - Li ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a di bazirganiya navneteweyî da emilandina cureyên pereyê neteweyî, Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov nirxandin kir: "Rûsya dixwaze bi Tirkiyeyê ra jî bi cureyên pereyên neteweyî bazirganiyê bike. Lêbelê divê mirov li ser vê mijarê hûr û kûr bixebite"

Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov destnîşan kir ku ev demeke dirêj e ku ew xebatan dikin da ku di bazirganiya navneteweyî da cureyên pereyê neteweyî biemilînin û wiha dewam kir, "Rûsya dixwaze bi Tirkiyeyê ra jî bi cureyên pereyên neteweyî bazirganiyê bike. Lêbelê divê mirov li ser vê mijarê hûr û kûr bixebite."

Peskov got ku Rûsya piştgiriya wê yekê dike ku di bazirganiya navneteweyî da cureyên pereyê neteweyî bên emilandin û wiha wiha got, "Rûsya ev demek e, asta jorîn jî di navê da di çendîn astan da li ser vê mijarê dixebite."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê da ragihandibû ku Tirkiye plana wê yekê dike ku di bazirganiya xwe ya ligel welatên wekî Çîn, Rûsya, Îran û Ukraynayê da cureyên pereyên neteweyî biemilîne.