Tirkiyeyê, cara yekemîn moseka xwe ya balîstîk ceriband
PeyamaKurd- Saziya çapemeniyê ya Bloombergê ya bi navenda xwe li Amerîkayê ye, ragihand ku Tirkiyeyê moşeka xwe ya balîstîk a kêm-navber ceribandiye.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Bloombergê ve hat ragihandin, Tirkiyeyê moşeka xwe ya balîstîk, duh saet di 07:00ê sibehê de li bajarê Rîzeyê ceribandiye.
Hat diyarkirin ku di cerebeya di ser Behira Reş re hatiye kirin de moşeka ku 561 kîlometir firiyaye, li hedefa xwe ya li bajarê Sînopê ketiye.
Hat zanîn ku rayedarên Tirkiyeyê ragihandine ku ev cara yekemîn e Tirkiye firandineke wiha menzîldirêj bi dest xistiye. Hat zanîn ku navê vê moşeka kêm-navber jî ‘Tayfun’e.
Her wiha hat diyarkirin ku firandina vê moşekê, di çarçoveya “Projeya Pêşvebirina Pergala Moşeka Tayfûnê” ya Serokatiya Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyeyê ya kompaniya ROKETSANê de çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin