Fransayê: Em ji ber moseka balîstîk a hîpersonîk a bi navê 'Fettah' bi fikar in
PeyamaKurd – Fransayê ragihand ku ew ji ber daxuyaniya Îranê ya ku moşeka balîstîk a hîpersonîk a bi navê 'Fettah' çêdike bi fikar e.
Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de got: "Fransa ji ragihandina Îranê ya di 6ê Hezîranê de derbarê pêşxistina moşekeke nû ya balîstîk a bi menzîla 1400 kîlometran de nîgeran e."
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku ev rewş berovajî biryara 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye, hat destnîşankirin ku ev çalakî nîşan didin Îranê bernameya xwe ya nukleerî û balîstîk qut nekiriye.
Herwiha gotina, “Em ê ji bo pêşîgirtina li bidestxistina çekên nukleerî yên Îranê paşve gav neavêjin” hatin bikaranîn.
Rêveberiya Îranê do bi merasîmekê li paytext Tehranê bi beşdariya Serokomar Îbrahîm Reîsî û rayedarên payebilind ên leşkerî "Fettah" ku wek yekem moşeka balîstîk a hipersonîk a welêt tê binavkirin ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin