Tomara dengê Malikî derket: Sedir projeya Îngilîz e, qatil e, tirsonek e!
PeyamaKurd – Tomareke dengî ya Serokê Dewleta Yasa ya Iraqê Nûrî Malikî hat belavkirin ku Malîkî tohmetên giran li Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir dike.
Malikî di wê tomara dengî ya hatiye belavkirin de, dibêje; Muqteda Sedir projeya Înlgilîz e û wiha pê de diçe: ‘‘Mesele ev e ku projeyeke Muqteda heye ku şîeyên Iraqê di çarçoveya projeya îngilîz de bixe kontrola xwe. Wê demê jî dê wî bikujin û Iraqê radestî sunîyan bikin. Li ortê projeyeke wiha heye, lê ez dijî wê şer dikim. Wê li hember wê hem siyasî hem jî leşkerî şer bê kirin.”
Malikî herwiha, Muqteda Sedir wekî kujer pênase dike û dibêje, “wî li Bexdayê çend kes kuştin? Revandina mirovan, otomobîlên bombekirî, ew ne hosta ye, tirsonek e, xayîn e û cahilekî ti tiştekî nizane ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin