Trump,484 mîlyar dolar li budçe ya kovid-19 ê zêde kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo têkoşîna li dijî koronavîrusê li budçe ya xwe, 484 mîlyar dolar zêdekir û budçe yê tesdîq kir. Dê ev budçe bo desteka dezgeyên navçe, navendên tenduristiyê û bo çêkirina testên zêde bê bikaranîn.
Ev budçe ya îlawe berê ji aliyê senato ya Amerîka de hatibû tesdîqkirin û niha Trump jî îmze kir. Bi sedema belavbûna kovid-19 ê, dezgeyên biçûk xebatên xwe dabûn rawestandin û bo wan hemwelatiyên ku di debara xwe de zahmetiyê dibînin 320 mîlyar dolar, bo nexweşxaneyan 75 mîlyar dolar, bo dezgeyên biçûk 60 mîlyar dolar û yê mayî bo budçeyên îlawe hat veqetandin. Bo testên zêde bên kirin jî 25 mîlyar dolar dixwazin bê veqetandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin