Budçeya sîlihên nukleerî ya Amerîka bo 9 salan 634 mîlyar dolare

26 May 2021 01:33 0 dîtin
Budçeya sîlihên nukleerî ya Amerîka bo 9 salan 634 mîlyar dolare

PeyamaKurd – Ofîsa Budçe ya Kongreya Amerîkayê raporekî bo maliyeta budçeya nukleerî amade kir. Di raporê de wezareta bergiriyê û ya enerjiyê heya sala 2030 an bo hêzên nukleerî dê 634 mîlyar dolar xerc bikin. Ev tê vateya ku di 9 salan de bo her salê 70.4 mîlyar dolar serf bike.

Di budçeyê de hat gotin ku  2/3 yê wê dê bo budçeya Pentagonê be. Piraniya budçê wê bo keştiyên xwedî fuzeyên balîstîk yên noqavî û fuzeyên balîstîk yên navbera qit’ayan be. Di raporê de buçeya wezareta enerjiyê piraniya wê dê bo hêzên nukleerî be ku di labaratûwarên sîlih û xebatên destekê de bê serfkirin.

Di budçeya berê de ya bo salên navbera 2019 an û 2028 an, miqadarê wê 494 mîlyar dolar bû ku budçeya niha jê bi miqdarê %28 zêdetire.