Putin: Amerîka 200 sîlihên xwe yên nukleerî li Awrûpayê dihewîne

25 June 2022 22:48 0 dîtin
Putin: Amerîka 200 sîlihên xwe yên nukleerî li Awrûpayê dihewîne

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevdîtina bi serokkomarê Belarûsê bi Aleksandr Lukaşenko re de got ku, Amerîka li ser axa Awrûpayê 200 sîlihên xwe yên nukleerî dihewîne. Putin li bajarê St. Petersburgê li Koşka Konstantinovsky de serokê dewleta Belarûsê kir mêvanê xwe.

Her dû lîder di hevdîtina xwe ya taybet de li ser şerê Ûkrayna û krîza xidayê ya seranserê dinyayê, Amerîka, dijberiyên bi dewletên Awrûpa re, hevkariya leşkerî ya navbera Belarûs û Rûsyayê kirin. Aleksandr Lukaşenko ji bo çapemeniyê weha got:

“Niha gubrên bi mîneral hêdî hêdî dişînin. Bi ya min lîmana herî girîng wê li wir be. Em ê paşî bibînin bê dikarin lîmanê fireh bikin an na.”

Serokê Rûsyayê Putin jî ragihand ku di asta seranserê dinyayê de yekemin ku amadekariya gubrê dikin û weha got:

“Em û Belarûsê pêdiviya gubrê % 25 ê dinyayê amade dikin. Dixwazim behsa hevdîtina bi BRICS (Brezilya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Bakûr) re bikim. Temamê lîderên ku axifîn behsa endîşeyên xwe yên gubrê û xidayê kirin. Dibe îsal Rûsya zêdetir hûbûbatê bixe bazara dinyayê. Me sala borî 40 mîlyon ton xist bazarê. Dibe îsal ev miqdar 50 mîlyon ton be.”

Putin her weha ragihand ku di çarçoveya peymanên borî yên di navbera Rûsya û Belarûsê de hatine îmezkirin de, wê Rûsya di nav çend mehên pêşiya me de sîstemên İskender-M bişînin Belarûsê. Fuze hem konvansiyonelin û hem nukleerî ne. Fuze hem weka fuzeyên balistik û hem weka yên seyrê dikarin bikarbînin.

Putin her weha pêşniyara nûhkirina balafirên şer yên Su-25 yên di destê Belarûsê de kir.

Mijara Lîtvanya, kêmkirina rayên hesin li ser axa Lîtvanya, sîlihên nukleerî yên Amerîkayê ku li Awrûpayê bicîhkirîne, tev mijarên navbera her dû lîderan bûn.