Trump bi fermî bû namzed û Partiya Demokrat jî wekî dijmin bi nav kir!

28 August 2020 17:33 0 dîtin
Trump bi fermî bû namzed û Partiya Demokrat jî wekî dijmin bi nav kir!

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump, di gotara xwe ya şeva borî de ragihand ku wî namzedbûna Partîya Komarî ya ji bo hilbijartina serokatîya Amerîka bi fermî qebûl kiriye.

Trump li Koşka Spî li pêş girseya ku bi dirûşmên “Çar salên din” piştgirî didan wî axaftinek kir û got: “Ez îşev li pêş we disekinim û ez bi piştevanîya we serbilind im. Îşev, bi dilgermî û bi hemî spasdarîya xwe, ez bi serbilindî namzedbûna ji bo serokatîya Welatên Yekbûyî ya Amerîkayê qebûl dikim.”

Trump di axaftina xwe de herwiha baskê çepgir yê Partîya Demokrat ku piştgiriyê didin namzedê seroktiyê Joe Biden jî wekî dijminên Amerîka bi nav kir.

Trump wiha axivî: "Dema Partîya Demokrat piranîya dema xwe ji bo hilweşandina Amerîkayê terxan dike, ew çawa dikare welatê me bi rê ve bibe? Di nêrîna paşverû ya çepgiran de ew Amerîkayê welatê herî azad û herî behempa nabînin, li şûna wê, ew welatê me mîna cihekî îblîsane dibînin ku divê ji bo gunehên xwe were ceza kirin."