Trump bi nameyekê Newroza gelê Kurd pîroz kir

26 March 2020 21:30 0 dîtin
Trump bi nameyekê Newroza gelê Kurd pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi nameyekê Cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Donald Trump nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz kir û got, ew hêvî dikin peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bibin.

Nameya Trump;

"Birêz Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistanê, Komara Iraqê

Birêz Cenabê Serok,

Bi navê gelê Amerîkayê, hêviya Newrozeke xweş bo we û gelê Herêma Kurdistana Iraqê dixwazim.

Me li gel hev destkevtên mezin li dijî DAIŞê bi dest xistin û em bi hêvî li bendê ne bo derfetên nû ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî û emnî li gel hikûmeta we.

Digel rêzên min, Donald Trump"