Trump: “Bila Fîlîstînî herin dewleta nû ya Fîlîstînê”

28 January 2020 22:40 0 dîtin
Trump: “Bila Fîlîstînî herin dewleta nû ya Fîlîstînê”

PeyamaKurd- Salekiye ku Trump bo mesela Fîlîstînê û Îsraîlê “peymana sedsale” amade dike û di bingeha peymanê de dibêje “bila koçberên Fîlîstînî herin dewleta nû ya Fîlîstînê.” Peymana ku Trump amade kiriye ya sedsale ya yekaliye. Li gor ragihandina ajansa Reutersê xalên sereke yên peymanê hinek ji wan xalan ev in:

* Çareseriya du dewletan. Bila dewleta Fîlîstînê bê avakirin û payîtex Quds a Rojhilat be. Bila Fîlîstîniyên koçber herin nav dewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.

* Îsraîl rohniyeka ser dinyayê ye. Em ê nehêlin çaxên tarî yên berê dubare bibin û em ê îznê nedinê.

* Ez bi Mehmûd Abbas re li Beytullahîmê civiyam. Ez bo pêwistiya jiyaneka baştir û bo Fîlîstînî karibin potansiyela xwe bikarbînin, fikirîm.

* Dema ez dageriyam min bo çareseriyê biryara xwe da ku bixebitim.

* Vîzyona me ya aştiyê ji yên berê cudaye. Plana me ya 80 rûpel ku li ser bingeha rastiyê hatiye avakirin û derbasî rûpelên tarîxê bûye.

* Ya rast, çareseriya du dewletî wê tehdîda Fîlîstînê li ser Îsraîlê kêm bike.