Trump biryar da ku ji peymana bi Îranê re vekise
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku Amerîka ji peymana nukleerî ya digel Îranê vekişe.
Trump civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku; "Îran dewleteke terorî ye. Ev peyman felaketek e. Vê rê dayê ku çekên nukleerî pêşde bibe. Vê peymanê aştî neanî û naîne.
Îranê fuzeyên nû çêkirine, piştgirî daye terorê. Ev peyman pir xerab e. Eger ez vê peymanê bidomînim dê li Rojhilata Navîn herkes çekdar bibe. Mekanîzmaya çavdêriyê xerab e.
Ev peyman rê li ber daxwazên û bernameyên Îranê nagire. Îran piştgiriya terorê dike."
Trump wiha domand:
"Min gotibû yan divê peyman were nûkirin an divê Amerîka vekişe. Me bi Fransa û welatên Rojhilata Navîn re îstîşare kir. Em nikarin vê peymana pir tirsnak bidomînin."
"Loma jî ez îlan dikim ku em ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişin. Emê li hemberî Îranê û welatên piştgir ambargoyên berfireh bimeşînin. Em nikarin çav ji Îranê re bigirin ku Îran bibe xwediyê çeka nukleerî. Em bo bê hazir in. Emê xebatên terorê yên Îranê bisekinînin. Eger Îran bernameya çeka nukleerî bidomîne emê rêya herî tund bigirin ber."
Bangewaziya xelkê Îranê jî kir û got:
"Ez ji vir bangewaziya xelkê Îranê dikim. 40 sal in di bin dîktatoriyê de dijîn. Ew jiyaneke aram û xweş heq dikin. Divê ji vê dîktatoriyê xelas bibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin