Trump bo vekisîna ji sînorê Sûriye-Tirkiyê: Wan bi hezar salan ser dikir…

08 May 2020 15:12
Trump bo vekisîna ji sînorê Sûriye-Tirkiyê: Wan bi hezar salan ser dikir…

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê Sûriyê de da.

Trump bal kişand ser vekişandina hêzên Amerîkayê ji hin herêmên Sûriyê û got, “Me parastina sînorên Tirkiye-Sûriyê dikir. Min got, ji bo çi leşkerên me li wir bin? Wan bi hezar salan şerê hev dikir.”

Di vê daxuyaniyê de, bêyî ku Trump zelal bike, mebesta wî şerê Kurdan û Tirkiyê ye ku dema vekişandina hêzên Amerîkayê û êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî gotibû, ew nabin aliyê şerê Kurd û Tirkan.

Trump, li ser îdiayên vekişandina leşkeran û 4 sîstemên Patrîotan ji kargehên petrolê yên Erebistana Siûdîyê  jî da xuyakirin ku ew naxwaze şîroveyekê li ser vê mijarê bike, lê hin tiştan ku li gelekê herêmên Rojhilata Navîn gavên nû davêjin.