Trump: Mattis zilamekî bas e lê wekî demokratan e
PeyamaKurd - Serokê Amerikayê Donald Trump di bernameya 60 minutes (60 xûlek) a qenala telewizyonî CBS de anî ziman ku: “Ger Mattis dixwaze, dikare dest jikar berde. Mattis bi xwe zilamek baş e, lê ez wî hema bêje wekî kesek ji Demokratan dibînim, lê bixwaze dikare dest ji kar berde”.
Ev demek e di raya giştî de tê gotin ku, Mattis dixwaze dest ji kar berde. Trump bi xwe helwesta xwe di CBSê de eşkere anî ziman.
Li gor medyaya Amerîkî di çend babetan de di navbeyna Trump û Mattis de cudahî li ser nêzîkbûna pirsan heye û li ser vê yekê Mattis dixwaze dest ji kar berde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin