Senator Mendenez: Trump ji têkilîdanîna bi zordarên wekî Erdogan re kêfxwes e
PeyamaKurd – Senatorê Demokrat ê Amerîkî Bob Menendez ku endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreyê ye û avakerê yasaya hevalbendiya ewlehî û enerjiyê ya Rojhilata Navîn e, ji malpera The Greek Current re daxuyanî dan.
Menendez got: “Pêwendiya di navbera Kongre û rêveberiya Amerîkayê de gelekî nakok e. Ji ber ku rêveberiya Amerîkayê, deshilata Tirkiyê ji ber destwerdanên wê di ava herêmî ya Yunanistan û Qibrisê de muhasebe nake.”
Menendez dibêje: “Ev tiştên ku her tim dixwazim bala rêveberiyê bikişînim ser; em nikarin mîna ku hêvî dikin bi Tirkiye re bidin û bistinîn. Divê em li hember deshilata Erdogan tevbigerin.”
Bob Mendez metirsiya xwe ji têkiliyên Trump ên bi Erdogan re anî ziman û got: “Trump bi têkiliya xwe ya xurt bi Erdogan re serbilind e, xuya ye ku ew ji têkiliyên bi zordaran re kêfxweş e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin