Trump: “Min ê Esed bikusta lê Mattis nehist”

16 September 2020 23:50 0 dîtin
Trump: “Min ê Esed bikusta lê Mattis nehist”

PeyamaKurd – Li ser beyana serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû dê serokê Sûriyê Beşer Esed bikuşta lê Mattis nehiştiye, wezareta karên derve ya Sûriyê peyamekî da û weha got:

“Dewleta Amerîkayê ya eşqiya teyîd kir ku grûbekî terorîste. Beyanên serokê Amerîkayê ku serokê Sûriyê Beşer Esed xistiye hedefê, asta ku rêvebiriya Amerîkayê tê de ye û tevger û fikrên wan nîşan dide. Rêvebiriya Amerîkayê bo xwe bigihîjînin hedefên xwe, ji xwe re sûcan kiriye wezîfê û dewletekî eşqiyaya ye.”

Peyama Sûriyê ji aliyê ajansa fermî ya SANA yê de hat dayîn. Trump li ser êrîşên çekên kîmyewî yên fuzeyî ku ji aliyê rejîma Esed ve hatibûn kirin, xwestibû ku serokê Sûriyê Esed bikuje lê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê yê wê wextê Jim Mattis nehiştibû.