Trump: Me îsal 716 mîlyar dolar bo sîlihan serf kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump, di ser hesabê xwe yê Twitterê de behsa pêşbirka çekdarkirina dewletan kir û kiryarê jî bi navê dînîtiyê binavkir. Trump li ser mijara ew çend kirîna an biçêkirina dewletan weha got:
“Ez bawerim em ê di dahatûyê de, bi serokê Rûsyayê bi Putinre û bi serokê Çînê bi Şî re werin cem hev û em ê karibin li ser vê çekdarkirina xwe ya ku me aciz dike, li serê biaxifin û pêşbirkê bidin rawestandin. Amerîka îsal bo vê pêşbirkê 716 mîlyar dolar pere serf kir. Ev dînîtiye.”
Trump gelek caran di beyanên xwe de behsa mezinbûna dewleta xwe dike û dibêje ku di dewra xwe de perê herî zêde yê bo çekan vediqetîne ew bi xwe ye. Ev jî di çapemeniyê de dibe sedema dijberiya li hemberê wî.
Di çapemeniyê de hene dibêjin ku ev rêjeya Trump daye zêdeye û budçeya Pentagonê ya sala 2019an bi xwe 717 mîlyar dolare û stratejiyeka Trump ya leşkerî tine ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin