TURK-ÎS: Mûçeyê asta birçîbûnê bû 11 hezar û 658 lîre

31 July 2023 18:27 0 dîtin
TURK-ÎS: Mûçeyê asta birçîbûnê bû 11 hezar û 658 lîre

PeyamaKurd - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) amarên mûçeyê asta birçîbûnê û hejariyê yên meha Tîrmehê belav kir.

Li gorî amarên TURK-ÎŞê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gihîştiye 11 hezar û 658 lîreyan û sînorê hejariyê jî ji bo malbatekê gihîştiye 37 hezar û 974 lîreyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 11 hezar û 402 lîre ye û li gorî amarên TURK-ÎŞê mesrefa kesekî nezewicî jî mehane gihîştiye 15 hezar û 123 lîreyan.

Herwiha TURK-ÎŞê diyar kiriye ku di meha Hezîranê de nirxên penîr ji sedî 4 bilind bûye, goşt di mehekê de ji sedî 6 û mirîşk ji sedî 13 bilind bûye. Dîsa nirxên hêkan ji sedî 9, birinc ji sedî 8, zeyta zeytûnan ji sedî 30, çay ji sedî 10 û zeytûnê reş jî ji sedî 12 bilind bûye.