Ukrayna: Li Melitopolê, bi dehan leskerên Rus hatin kustin

11 December 2022 18:30 0 dîtin
Ukrayna: Li Melitopolê, bi dehan leskerên Rus hatin kustin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Şaredarê Melitopolê yê Ukraynayê ve hatin ragihandin, di pevçûnên li herêmê dewam dikin de bi dehan leşkerên Rus hatine kuştin.

Şaredarê Melitopolê Îvan Fedorov, bi reya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di êrîşa ku artêşa Ukraynayê ya li dijî baregeheke leşkerî ya li bajarê Melitopolê yê herêma Zaporijyayê ku Rusyayê bi awayekî derqanûnî kontrol kiribû, zêdetirî 200 leşkerên Rusyayê hatine kuştin.

Li gorî nûçeya CNN Internationalê jî ji ber ku Rusyayê bişev Odessayê kiriye armanc, hêzên Ukraynayê jî êrîşî Melitopola ku di bin kontrola Rusyayê de ye kiriye û hat eşkrekirin ku li herêmên Donetsk û Kirimê jî teqîn hene.