Ukrayna: Me çend deverên herêma Zaporijyayê rizgar kir
PeyamaKurd – Artêşa Ukraynaragihand ku ew li hember artêşa Rûsyayê li başûrê welêt bipêşve çûne û çend dever jî hatine rizgarkirin.
Fermandarê hêzên Ukraynayê li başûr Aleksander Tarnafsî ragihandiye, wan çend navçe û gundên li ser sînorê başûr bi taybetî Zaporizhia vegerandine.
Fermandarê Ukraynî daye zanîn, ew dê berdewam bin li ser êrîşên hêzên Rûsî li ser sînorê başûr heta ku ew hemû xaka xwe ji hêzên Rûsî paqij bikin.
Alexander Tarnavsi herwiha piştrast kir ku Rûsyayê 36 moşek avêtin navendên hêzên Ukraynayê li başûr û navçeyeke niştecihbûnê û di encamê de zarokek hat kuştin û çend sivîlên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin