NATO li ser çend pirsên serê Rûsya-Ukraynayê dicive
PeyamaKurd - Di 28ê Mijdara 2023an de, Wezîrên Derve yên NATOyê li Brûkselê dicivin. Civîna wan dê du rojan berdewam bike û di civînê de, dê danûstandinan li ser pirsên ewlehiyê yên cuda cuda dikin, wekî şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê û zêdebûna girjiyên navbera Sirbiya û Kosovoyê.
Weîzrê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo mdyayê ragehand, “Tê bêşbînîkirin ku wezîrên NATOyê di dema du rojên wê civînê de danûstandinan li ser pêngavên Rûsyayê li derveyê Ukraynayê bikin”.
Herwiha dê danûsitendin li ser tometên Helsinkiyê bên kirin ku dibêje, “Moskoyê li vê dawiyê rê daye bi dehan koçberên neqanûnî yên Rojhilatan Navîn û Afrîkayê ku bi rêya Rûsyayê ber bi Finlandayê ve biçin”.
Jens Stoltenberg da zanîn ku dîsa di vê civînê de behsa zêdebûna girjiyên navbera Sirbiya û Kosovoyê jî dê bê kirin.
NATOyê di çend mehên borî de hêzên zêde ji bo bihêzkirina hêza xwe ya aştîparêz li Kosovoyê binecih kirine, ev jî piştî êrîşek li ser polîsên Kosovoyê hat kirin.
Stoltenberg herwesa got, “NATO dê her tiştekî ji bo parastina seqamgiriyê li vê deverê bike. Ev jî ji bo hevpeymaniyê giring e. Me li wê derê dîrok heye, amadebûna me li wê derê heye”.
Biryar e sibe roja Çarşemê, 29ê Mijdara 2023ê, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitri Koliba peywendiyê bi hevkûfên xwe yên NATOyê bike, herwesa biryar e endamên NATOyê dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên xwe bi Çînê û hevrikiyên Rojhilata Navîn re li hev biguherin.
Berî wê civînê, Stoltenberg careke din daxwaz ji Tirkiye û Hengariya kiriye ku bi lez proseya endambûna Swêdê di NATOyê de pêş ve bibin. Dibêje: Dema wê yekê hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin