Ûkrayna têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kore ya Bakûr re birî

14 July 2022 01:03 0 dîtin
Ûkrayna têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kore ya Bakûr re birî

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Ûkraynayê bi sedema ku Kore ya Bakûr serxwebûna komarên Lugansk û Donetsk naskirin, têkiliyên xwe yên dîplomatîk jê birî.

Lîderê komara gel ya Donetskê Denis Puşilin ragihandibû ku Kore ya Bakûr serxwebûna wan naskiriye û di ser hesabê xwe yê Telegramê de weha gotibû:

“Kore ya Bakûr îro komara me naskir. Statuya Komara Donetskê ya navdewletî bi dewletê ve xwurtiya xwe dewam dike. Ev, serkeftina dîplomasiya me yekî din e.”

Serkonsuliya Kore ya Bakûr ya Moskovayê ragihand ku Pyongyang hem Komara Donetskê û ya Lûganskê nas dike. Serkonsulî ragihand ku nota ya naskirina her dû komaran li Pyongyangê dane serkonsuliya Rûsyayê ya li Kore ya Bakûr.

Berdevkê wezareta karên derve yê Ûkraynayê Oleg Nikolenko, li ser vê biryara Koreyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:

“Ûkrayna ji îro û pê ve, temamê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kore ya Bakûr re dibire.”