Ûkrayna û Belarûsê li ser sînor bi sedhezaran lesker bi cih kir

19 August 2024 13:30 0 dîtin
Ûkrayna û Belarûsê li ser sînor bi sedhezaran lesker bi cih kir

PeyamaKurd – Hate angaştin ku Ûkraynayê, li ser sînorê Belarûsê 120 hezar leşker bi cih kirine û li hember vê jî Belarûsê jî beşeke mezin a artêşa xwe arasteyî ser sînor kiriye.

Serokê Belarûs Alexander Lukashenko ragihand ku Ûkraynayê zêdetirî 120 hezar leşker şandine ser sînorê Belarusê û li hember vê hewlê Belarûsê jî ji sêyeka hêzên xwe yên çekdar arasteyî ser vî sînorî kiriye.

Li gor nûçeya Reutersê, Lukaşenko hejmara tam ya leşkerên welatê xwe yên li ser sînor eşkere nekir, lê belê daneyên Rapora Hevsengiya Leşkerî ya 2022an a Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî nîşan didin ku artêşa Belarûsê ji nêzîkî 48 hezar leşker û 12 hezar parêzvanên sînor pêk tê.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Belarusê Belta, Lukaşenko ji televîzyona fermî ya Rûsyayê re axiviye û gotiye: “Piştî ku me siyaseta wan a hêrişkar dît, me leşkerên xwe şandin ser sînor û li hin xalan ji bo parastinê di rewşa şer de amade ne. Artêşa me li seranserê sînor bi cih bûye.”

Her çend di derbarê mijarê de bersiv nedabe pirsên Reutersê jî Kîevê roja şemiyê ragihand ku wan ti nîşanek ku leşkerên Belarusê li ser sînor çalakî pêk anîne nedîtine.

Ev daxuyaniya Lukaşenkoyê hevalbendê dilsoz ê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, di demeke wisa de hate dayîn ku Kîev bi hêrişa 6ê Tebaxê ya ji aliyê bi hezaran leşkerên Ûkraynayê didomîne.

Wezîrê Parastinê yê Belarûs Viktor Khrenin roja Îniyê hişyariya ku egera provokasyoneke bi çekên ji Ûkraynayê heye û rewşa li ser sînorê hevpar ê di navbera her du welatan de ragir e.

Lukaşenko diyar kir ku sînorê Ûkrayna û Belarûsê, ji her demê bêhtir hatiye mînkirin û ger leşkerên Ûkraynayê hewl bidin ji sînor derbaz bibin, ew ê windahiyên mezin bidin.